Serokwezîrê Iraqê Zeydî êrişa li Hewlêrê şermezar kir

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî êrişa doh bi şev a li Hewlêrê şermezar kir û ragihand ku wê hewldanên bi vî rengî ji nedîtî ve neyên.

Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li Hewlêrê doh bi şev bû hedefa êrişa droneyên bombebarkirî. Êriş ji aliyê sîstema parastina hewayî ya konsolosxaneyê ve hate têkbirin.

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî têkildarî êrişê li ser tora medya dijîtal ya X’ê daxuyaniyek belav kir. Zeydî diyar kir ku li ser bingeha berpirsiyariya xwe ya destûrî bi tundî wê êrişa ku bi rêya balafirên bêmirov li ser bajarê Hewlêrê yê li Herêma Kurdistan-Iraqê hatî kirin, şermezar dikin.

Elî Zeydî destnîşan kir ku çavên xwe li van hewldanên serkêş nagirin ku bi bêhêvîtî dixwazin zirarê bidin aramiya gel û karwanê baweriyê ya di proseya avakirina dewletê û aştiya civakî de.

Her wiha Zeydî got: “Me ferman daye hemû dezgeh û pêkhateyên xwe yên ewlehiyê yên peywendîdar ku bi hemahengî li gel hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê, ji bo rêgirtina li dubarebûna van êrişan û birîna destê her kes û aliyekî ku hewl dide ewlehiya civaka Iraqê li kuderê be têk bide, rênmayiyên pêwîst wergirin.